Yılmaz Kazandıoğlu
05 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2022
Ekîbên berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin Wanê bi hawara rêwî û nexweşên ku ji ber berf û bagerê mehsûr man, çûn.
Li gorî daxuyaniya şaredariyê, nîvê şevê dora saet 00.00yan du mamosteyên xwestin ji navçeya Ozalpê biçin Taxa Elaçmazê ya Gurpinarê, ji ber bagerê mehsûr man.
Piştî ku xeber hat dayîn, ekîb bo deverê hat şandin. Ekîbê wesayîta ku di berfê da mabû, xilas kir û bi vî awayî mamoste gihîştin Taxa Elaçmazê.
Ji xeynî vê, li Taxa Suruyolê ya Muradiyeyê Fatma Cildana 50 salî ya nexweşa tansiyonê bi şev aciz bû, lê ji ber ku rê girtî bû, merivên wê ji ekîbên Tenduristiyê yên 112 Bilezê alîkarî xwestin.
Ekîbên berfê xwe bi peywirdarên tenduristiyê ra gihandin ku ji ber berf û bagerê nikaribûn biçin taxê. Piştî xebateke dijwar a 2 saetan ekîban xwe gihand mala nexweşê.
Cildana ku midaxeleya wê ya ewil li mal hat kirin, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Muradiyeyê.