Mesut Varol,Şener Toktaş
07 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2023
Li Wan û Bidlîsê berf barî.
Li Wanê çend roj in hewa pir sar bû, bi şev jî berf barî.
Berfê navenda bajêr û spî kir. Li navend û navçeyan welatiyan serê sibehê berfa pêşiya kargeh û malên xwe avêt.
Ji ber berfê di navbera Wan û Miksê da tengasî çêbû, li texma Dirba Kirapêtê ekîban rê vekir û xoy reşand.
Li Bidlîsê jî serê sibehê berf barî. Welatiyan berfa ser wesayîtên xwe paqij kir. Ji ber ku dawiya hefteyê ye, zarokan bi berfê leyîst.
Polês û cendirmeyan jî hişyarî da şofêran ku bê zincîr dernekevin ser rê û dirban û baldar bin.