Tirkiye

Li Wanê operasyona hişbirê

Li navçeya Tuşbayê di 4 naylonan da 90 kîlo û 720 gram eroîn hat girtin

Önder Beyter   | 17.06.2019
Li Wanê operasyona hişbirê

Van

Li Tuşbaya navçeya Wanê 90 kîlo û 720 gram eroîn hat girtin

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li bajêr xebatên dijî kesên ku bazirganiya hişbirê dikin, dewam dikin.

Di vê çarçoveyê da ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîk li navçeya Tuşbayê li ser rêya di navbera taxa Gedelova û taxa Kozlucayê da lêgerîn kir.

Di lêgerîna ku dêlika narkotîk "Zeyna" jî hat emilandin da di 89 pakêtên di hundirê 4 naylonan da 90 kîlo û 720 gram eroîn hat girtin.

Xebatên destgîrkirina berşikan berdewam in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın