Tirkiye

Li Tunceliyê teqîn

Li kirê Ovacika navçeya Tunceliyê 2 zarokên pê li teqemeniya ku li gor nirxandinê ji aliyê mensûbên rêxistina terorê pêşda li erazî hatiye bicihkirin, kir û mirin

16.07.2019 - Rojanekırın : 17.07.2019
Li Tunceliyê teqîn

Tunceli

Li kirê Ovacika navçeya Tunceliyê 2 zarokên ku pê li teqemeniya li gor nirxandinê ji aliyê mensûbên rêxistina terorê pêşda li erazî hatiye bicihkirin, kir û mirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiya Tunceliyê hat dayîn, li mezreya Çakilyaylayê ya Bîlgeça gundê Ovacikê du zarokan pê li teqemeniya ku li gor nirxandinê ji aliyê mensûbên rêxistina terorê pêşda li erazî hatiye bicihkirin, kir û ji zarokan Ayaz Gulogluyê 8 salî li cihê bûyerê wefat kir, Nupelda Gulogluya 4 salî jî giran birîndar bû.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku piştî teqînê ekîbên cendirmeyan û firokeya eskerî sewqî cihê bûyerê kirin û wiha dewam kir:

"Firokeya cendirmeya me Nupelda Gulogluya ku giran birîndar bû, ji cihê bûyerê hilda û revand Nexweşxaneya Zanîngeha Elezîz Firatê, lê digel hemû midaxaleyan mixabin ewlada me ya keç wefat kiriye. Xwedê rehma xwe li Ayaz û Nupelda Gulogluyê bike, Xwedê sebrê bide malbat û miletê me."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın