Tirkiye

15ê Tîrmehê Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê

Li Erdîş, Ozalp û Saraya navçeyên Wanê ji bo 15ê Tîrmehê Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê çalakî hatin lidarxistin

Haydar Şahin  | 16.07.2019 - Rojanekırın : 16.07.2019
15ê Tîrmehê Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê

Van

Li Erdîş, Ozalp û Saraya navçeyên Wanê ji bo 15ê Tîrmehê Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiyên Erdîşê bi merasima vekirina pêşengeha wêneyan a 15ê Tîrmehê dest pê kirin.

Qaymeqam Nurî Mehmetbeyoglu di merasima pêşengehê da axivî û got ku bi vê pêşengehê di çarçoveya 15ê Tîrmehê Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê da vekirin armanca wan ew e ku bi awayê herî baş ji gel ra qala 15ê Tîrmehê bikin.

Serokê Bajarê Wanê yê AK Partiyê Kayhan Turkmenoglu jî diyar kir ku di 15ê Tîrmehê da welatî bêyî fikar derketin meydanan.

Turkmenoglu bi bîr xist ku li her aliyên Tirkiyeyê çalakî tên lidarxistin û wiha axivî: "Di êrîşa bêbext a li Golbaşiya Enqereyê da polêsên tevgera taybet hatin şehîdkirin. Ji wan şehîdan yek jî Halîl Hamuyenê ji Erdîşê bû. Em hatin ku malbata şehîd ziyaret bikin."

Çalakiyên 15ê Tîmehê bi meşa êvarê dewam kirin. Endamên Komeleya Çandê ya Tirkmenên Qereqoyunlî ya Erdîşê bi hespan tevlî meşê bûn.

Li mizgeftan sela hat xwendin û bername temam bû.

- Ozalp

Li Ozlapê welatî li Kolana Cumhuriyetê kom bûn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin welat parçe nabe" va hetanî Parka Barişê meşiyan.

Di bernameyê da sinevizyona li ser hewla derbeyê hat nîşandan, axaftina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi gel dan temaşekirin.

Piştî Qurana pîroz mewlûd hat xwendin û dia hat kirin.

Qaymeqamê Ozalpê Ferhat Vardar diyar kir ku bi pêşîkêşiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan welatî derketin kuçe û kolanan û hewla derbeyê têk birin.

- Saray

Li Sarayê bi ziyareta goristana şehîdan dest bi bernameyê kirin, Qurana pîroz mewlûd xwendin.

Qaymeqamê Sarayê Mehmet Halîs Aydin, amirên saziyan, mixtarên gundan, eqerebeyên şehîdan, xazî û welatî beşdarî meşa demokrasiyê bûn.

Piştî rêznîşandanê Sirûda Neteweyî hat gotin û ji bo şehîdan dia kirin.

Çalakî bi xwendina selayê bi dawî bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.