25 Mijdar 2015•Rojanekirin: 27 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê ku sûr û gelek xaniyên dîrokî lê hene û "navenda alvêrê" ye, ji 200î zêdetir esnaf ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê, kepenk girtin. Gelek esnaf jî ji ber ku siftehê nakin, dibe ku kepenkê bigrin.
UNESCOyê sûrên dîrokî yên li navçeyê tevî Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê kir. Ji bilî sûran li navçeyê bi dehan mizgeftên dîrokî, dêr, xan, humam, kerwanseray û mal hene. Dema pêvajoya çareseriyê cihê ku herî zêde tûrîst diçûnê Sûr bû, li ji ber êrîşên terorîstên PKKyî li navçeyê jiyan û bazirganî serobino bû.
Mensûbên rêxistina terorê hendek kolan, barîkat danîn, teqemenî bi cih kirin. Ji ber vê welatî bi fikar in û vê derê ziyaret nakin. Gelek malbatan ji navçeyê koç kir û esnaf jî kar nake.
Gelek esnafan ji ber ku nikaribûn pereyê wan bidin, personelê xwe ji kar derxist.
Di pêvajoya çareseriyê da li navçeyê heta nîvê şevê her der geş bû, lê vê gavê kepenk girtî ne û bêdengî heye.
"Em ji ber bûyeran 30 salî paşda çûn"
Alî Saît Ozkal li Xana Hesenpaşa ya dîrokî esnaf e. Ozkal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew 40 sal in esnaftiyê dike, diyar kir ku ew di salên 1990î da jî ew qas ji ber bûyerên terorê mexdûr nebûn.
Ozkal got ku ew gelek rojan siftehê jî nake û cardin dikana xwe digre û diyar kir, heke wiha dewam bike ew ê îflas bikin.
Ozkal got ku ew ji tirsa di saet 16.00an da kargeha xwe digrin, ji ber ku alvêra wan çênabe, nikarin kira xwe jî bidin.
Ozkal got ku "Gelek esnafan kepenk girtin. Hin esnafan jî personelê xwe derxist" û wiha dewam kir:
"Ez nikarim deynê kartê xwe yê krediyê û texsîta dibistana zariya xwe bidim. Dema ku hizûr hebû heta 24.00ê şevê kargeha me vekirî bû. Jiyana sosyal hebû. Em ji ber bûyeran 30 sal paşda çûn. Ji ber ku mirov ditirsin, alvêrê jî nakin. Tûrîst qet nayên. Gelek hevalên me yên esnaf dikana xwe girt. Em jî li ber kepenk girtinê ne."
Ozkal diyar kir, ew dixwazin hizûr û ewlehî cardin were û wiha got:
"Em aştiyê dixwazin. Em bi dewleta xwe bawer in."
Zêrfiroş Vedat Yakişikli jî got ku ji ber bûyerên navçeyê ew gelek mexdûr bûn.