Serhat Zafer
07 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2025
Li Sêwasê bira pezkoviyên di bin parastinê da ket ber kamerayê.
Ekîbên Midûriyeta Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî ya Şaxa Sêwasê di çarçoveya xebatên envanterê da bireke pezkoviyan qeyd kir.
Ekîban di xebata envanterê ya li qadê da ekîpmanên teknolojîk ên wekî dûrbîn, teleskop, dron û wênegir emilandin.
Midûrê Giştî yê Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî Kadir Çokçetin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmenê pevkoviyan parve kir û wiha wiha got, "Ji xebatên envantera pezkoviyan ku li parêzgeha me Sêwasê meha çûyî hat kirin, dîmenekî fenanî belgefîlmê. Bi dîtina zêdebûna populasyona pezkoviyan va em pir kêfxweş bûn. Li ser destê ekîbên me li tevahiya welêt xebatên me yên parastina jîngeha ajalên kovî berdewam e."