Fatih Gazioğlu
01 Adar 2019•Rojanekirin: 02 Adar 2019
Ji ber barîna berfê û bagerê rêya 29 gundên Sêrtê hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, barîna berfê ya ku ev 3 roj in li bajêr dewam dike li ser jiyana rojane tesîreke neyînî dike.
Ji ber barîna berfê û bagerê 4 dîrekên ku ji 11 gund û 4 mezrayên navçeya Şîrvanê re ceyran dibir şikestin.
Li Perwariyê 11, li Şîrvanê 12 û li Eruhê rêya 6 gundan hatin girtin.
Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr xebatên ji bo vekirina rêyên girtî didomînin.
Tîmên ceryanê piştî demekê din dest bi çikandina dîrekên nû kir û pirsgirêka ceyrana 5 gund û 2 mezrayan çareser kirin.
Xebata ceyranê ya ji bo 6 gund û 2 mezrayên din jî wê piştî ku rêya wan hatin vekirin dest pê bike.