04 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2015
ÎSTANBUL
Li Stenbolê dijî MLKPya rêxistina terorê operasyon hat lidarxistin.
Ekîbên şaxa Rêvebiriya Têkoşîna Dijî terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê, bi piştgiriya helîkoptêr û polêsên hereketa taybet di serî da li Bayrampaşa, Eyup, Umraniye û Ataşehirê, li ser 20 navûnîşanên li 15 navçeyan tesbît kiribûn, operasyon li dar xistin.
Ekîb li Bayrampaşayê ketin qata 2an ya apartmaneke 4 qatî û gumanbarek neçalak kirin. Mala kesê binçavkirî hat saxtîkirin. Li Yeşîlpinara Eyupê jî gumanbarek hat binçavkirin. Helîkoptêra polêsan jî ji esmanan ve li devera ku operasyon lê dihat darxistin, kordînasyon dikir.
Hat ragihandin ku li Stenbolê 10 kes hatin binçavkirin û li 5 bajarên din jî operasyon hatin lidarxistin.
Polêsan, bi mebesta kontrola tenduristiyê gumanbar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekiyê û piştî kontrolê ew birin binkeya Rêveberiya Ewlekariyê ya Stenbolê ya li ser Caddeya Vatanê.