İbrahim Halil Aktürk,Mücahit Türetken,Adem Koç,Kenan Irtak
13 Adar 2022•Rojanekirin: 13 Adar 2022
Li Stenbolê ji 9ê adarê vir va bi navber berf dibare û berfê serê sibehê gur kir.
Li hin herêmên aliyê Anadolu û Ewropayê berf jiyanê dixe tengasiyê.

Li bajêr hin herêman ji ber berf û cemedê di çûyîn û hatina wesayîtan da tengasî derket, seferên ÎETTyê yên gelek deveran hatin betalkirin, hin xetan jî guzergah guherand.
Ji ber yekşem e, trafîk sahil e. Rêyên sereke yên wekî rêbeja D-100 û Otorêya TEMê û arter vekirî ne, wesayît ji kuçe û kolanan ra bi kontrolî diçin û tên.

Li Balafirgeha Stenbolê jî berf nabare, pîst vekirî ne. Rabûn û danîna balafiran li gor biryarên ku hatine dayîn jimara wan hatiye kêmkirin.