İSTANBUL
Li herêmên bilin ên Stenbolê, berfa ewil a demsalê barî.
Li bajêr piştî hewaya sar û baranê, li cihên bilind berf jî barî. Li cihên bilind berf û li hin navçeyên bajêr jî şepe dibare.
Ji ber barîna berfê, gelê bajêr ket tengasiyê, herwiha li ser rêbejayê jî ji ber berf û baranê wesayit kom bûn.
Tîmên ewlehiyê ji bo li ser rêyan tengasî çênebe û qeza pêk neyên, tewdîrên ewlehiyê hildan.