İbrahim Atmaca
14 Sibat 2021•Rojanekirin: 15 Sibat 2021
Li Stenbolê berfa ku duh êvarê dest pê kir, hê dibare.
Li aliyê Ewropayê Beylîkduzu, Esenyurt, Arnavutkoy di serî da li gelek herêman berf dewam dike.
Li aliyê Anadoluyê jî digel cihên bilind ên weke Çamlica û Girê Aydosê, li Beykoz, Çekmekoy, Umraniye û Uskudarê berf dibare. Li hin herêman jî bagera berfê tê.
Ji ber ku berf dibare di Tengava Stenbolê da mesafeya pêşdîtinê kêm dibe.
Li gelek herêmên bajêr berfê çatî, park, dar û kêlekên rê spî kirin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin û yên şaredariyên navçeyan ji bo ku di rêyan da tu tengasî û neyênî çênebin bi wesayîtên xoyê va dest bi reşandina xoyê kirin.