Selami Küçükoğlu
23 Sibat 2025•Rojanekirin: 24 Sibat 2025
Li Stenbolê berfa ku bi şev bi navber bariya, li hin navçeyan tesîra zêde kir û her wiha ji ber seqemê cemed çêbû.
Li Buyukçekmece, Kuçukçekmece, Esenyurt, Avcilar, Beylikduzu û Şîşliyê berf bi navber bariya.
Li Sultangaziya ku berfeke zêde barî, stûriya berfê li cih cihan gihîşt 10 santîmetreyî.

Li bajarê ku kirasê spî li xwe kir, bi şev welatî di bin barîna berfê da derketin meşê û ji xwe ra goga berfê leyîstin.
Ji ber ku germahiya hewayê daket bin sifrê, nexasim li cihên bilind cemed çêbû û lewma jî ajokaran zehmetî kişand.

Li cihên bilind her wisa baniyên avahiyan şembelûkên piçûk girtin.
Di rêyên pêberjêr da jî ekîbên şaredariyê rê xwê kirin da ku cemed negire.