Nihat Kavşut
27 Îlon 2019•Rojanekirin: 28 Îlon 2019
Walîtiya Stenbolê ragihand li 9 navçeyan ji ber ku hewcedarî bi lêkolîneke teknikî ya berfireh heye 14 dibistan îro hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Stenbolê da hat destnîşankirin piştî erdheja ku duh li Behra Marmarayê li peravên Silîvriyê çêbû li 9 navçeyan ji ber ku hewcedarî bi lêkolîneke teknikî ya berfireh heye 14 dibistan îro hatin tetîlkirin û wiha hat gotin: "Ji xeynî 14 dibistanan li 7 hezar û 46 dibistanên din hewcedarî tuneye ku bên tetîlkirin."
Di daxuyaniya Walîtiya Stenbolê da hat diyarkirin piştî erdhejê ji 34 welatiyên ku sewqî nexweşxaneyê kirin 20 kes li ser piya hatin dermankirin û dermankirina 14 welatiyên din jî dewam dike.