29 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2015
ÎSTANBUL
Li Gazîosmanpaşa, Sultangazî û Bagcilarê li hember YDG-Hya şaxa ciwanan a rêxistina terorê operasyon hat kirin.
Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê, tîmên taybet û polêsên hêza çewik bi hev re li hember YDG-Hya şaxa ciwanan a rêxistina terorê di 8 navnîşanan de operasyoneke hevdem kirin. Firokeyên polêsan jî ji hewayê beşdarî operasyonê bûn.
Di operasyonê de 4 şikbar hatin binçavkirin.
Tîman ji bo kontrola tenduristiyê şikbar birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekiyê û ji wir jî sewqî Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê kirin.