Li ser Otoyola Anadoluyê qelebalixiya eydê
Bolu
Welatiyên di betlaneyê da çûn tetîl û memleketê xwe, ji bo vegerê birêketin.
Li ser Otoyola Anadoluyê li aliyê Stenbolê li devera Gerede, Koroglu û Tunêla Çiyayê Boluyê, li Duzceyê li texma Kaynaşli, Uçkopru, Beykoy û Rempaya Gumuşovayê qelebalixî heye.
Li aliyê Enqereyê jî dem demî qelebalixî çêdibe. Li ser rêbeja D-100î li aliyê Enqere-Stenbolê çûnûhatin normal dewam dike.
Ekîbên cendirme, polês û rêbejayê li tevahiyê herêmê dixebitin da ku çûnûhatin bi hêsanî biherike.
Tê payîn ku piştî nîvro qelebalixî zêdetir bibe.
