Tirkiye

Li Meletiyê, li baxçeyên mişmişan bihar

Okan Coşkun  | 23.03.2026 - Rojanekırın : 23.03.2026
Li Meletiyê, li baxçeyên mişmişan bihar

Malatya

Li Meletiya ku wekî "paytextê mişmişan ê Dinyayê" tê wesfandin, baxçeyên mişmişan bi hatina biharê ra wekî bûkekê xemilîn.

Li Meletiyê bi hatina biharê ra darên mişmişan kulîlk vekirin û baxçe bi kulîlkên spî xemilîn.

Li Deşta Meletiyê der û dora cih û warên di nava baxçeyên mişmişan da bi kulîlkên spî xemilî ku ev wekî karpostalê xuya dike.

Li herêmê nêzî 9 milyonî darên mişmişan hene, bi hatina biharê ra daran kulîlk vekirin û miletê xwedî baxçeyên mişmişan dar û berên xwe derman dikin da ku zirarê nebînin.

Dîmenên darên mişmişan ku siruşt xemilandin bi droneê hatin kişandin.

Cotkar Haci Bayram ji nûçegihanê AAyê ra got ku hêvî dikin demsalek bi xêr û bereket be.

Bayram wiha axivî, "Înşeallah îsal bi bereket be. Mehsul zêde be, me du caran derman kir. Mişmişên Meletiyê li dinyayê di rêza ewil da ne."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın