Müslüm Etgü
03 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2022
Li Şanliurfaya ku yek ji wan bajarên herî germ ên Tirkiyeyê ye germahî tesîrê li ser jiyanê dike.
Li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hewa germ dibe ku li Şanliurfayê jî germahiya hewayê gihîşt 38 pileyan.
Welatî ji bo ku xwe ji germê biparêzin danê nîvro dernakevin derva, dema derdikevin jî li parkan û der û dora Gola Masiyan bêhna xwe didin.

Zarok jî guh nadin talûkeyê xwe davêjin hewzên avê yên li navenda bajêr û dixwazin hênik bibin.
Welatî Hamza Çakalli ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand hewa pir germ e û wiha axivî: "Îro germahiya hewayê 38 pile ye. Welatî li parkan û der û dora Gola Masiyan di bin siya daran da xwe ji tavê diparêzin."