18 Gulan 2019•Rojanekirin: 18 Gulan 2019
Li Sêwrega navçeya Şanliurfayê dikan û mala bersûcê ji ber îstismara cinsî hat girtin şewitîn û di mal û dikanê da xisareke mezin çêbû.
Li gorî agahiyan li taxa Camîkebîrê ji ber sedemên nayên zanîn agir bi mal û dikana E.O. ket ku ji ber sûcê îstismara cinsî hatiye girtin.
Li gorî agahiyan piştî ku welatiyên li taxê hewar daxistin ekîbên îtfaiyeyê agir temirandin.
Ji ber şewatê di mal û dikanê da xisareke mezin çêbû û ji ber îhtimala hin kesan agir berdabin lêpirsîn dan destpêkirin.