Tirkiye

43 sitargehên zivistanê yên terorîstên PKKyî hatin îmhekirin

Li Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 43 sitargehên zivistanê hatin îmhekirin

18.05.2019 - Rojanekırın : 19.05.2019
43 sitargehên zivistanê yên terorîstên PKKyî hatin îmhekirin

Diyarbakir

Li Diyarbekirê 43 sitargehên zivistanê yên terorîstên PKKyî hatin îmhekirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê di 14ê gulanê da li bakur û bakurê rojhilatê Diyarbekirê, başûrê Bîngolê, rojava û başûrê rojavayê Mûşê ji hêla Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr va operasyon hatibû destpêkirin û di 17ê gulanê saet 23.00an da bi serkeftî qediya.

Hat daxuyandin di operasyonê da 43 sitargehên zivistanê yên ji hêla terorîstên PKKyî va dihatin bikaranîn hatin îmhekirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ji van sitargehan yek ji 5 ode û 3 sê holan, yek 72 metrekare fireh û ji 5 odeyan, yek 48 metrekareyan, yek 105 metrekareyan, du heb 9 metrekareyan, sê heb 6 metrekareyan, 34 heb jî ji ebatên cuda pêk tên û bi tevahî 43 sitargeh hatin îmhekirin, 8 çal jî hatin tespîtkirin.

- Ton û nîvek xwarin û xurek hat dîtin

Li eraziyê li herêmên cuda 8 teqemeniyên destçêkirî hatin îmhekirin.

Ji bilî van gelek pîl hezar û 200 mêtro qabloya ceyranê, 33 tupên mezin, 3 tupên biçûk, 2 akû, 2 panelên tavê, 32 lître mazot, 15 kîlogram gubre, tonek û 568 kîlogram xwarin û xurek, gelek cil û berg, alavên tibî, dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo aramî û ewlehiya gel operasyonên dijî terorê wê dewam bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın