Di qezaya ku li Çarşambaya navçeya Samsunê çêbû de 4 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçeginê AAyê hilda, minêbêsa bi plaqeya 34 VD 2726 a ku ajokarê wê Fevzî Budak e li taxa Yeşîlirmakê li tabelaya petrolê ya li rexê rê qelibî û welgerya.
Di qezayê de Kemal Atalay (49) û Karabey Dengîz (55) di dest de mirin, Cumî Yilmaz û Engîn Atalay jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Çarşambayê mirin.
Ajokar Durak û 15 kesên ku birîndar bûn û navê wan hê nehatine tesbîtkirin jî rakirin nexweşxaneyên li der û dorê.
Hat ragihandin ku kesên di minêbêsê de bûn ji bo serwxeşiyê çûbûn Erdehanê lê gava ku vedigerıyan di rê de qeza derbas kirin.
Rayedaran der barê qezayê de lêpirsîn dan destpêkirin.