ERZURÛM
Li Herêma Rojhilatê hewaya herî sar di bin sifirê de 26 pîleyî ve li Agiriyê hat pîvan.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn ya Meteorolojiyê, herêm dê di bin tesîra hilmegûra bilind a ji aliyê Sibîryayê tê de ye. Hewaya sar dê bandora xwe bidomîne û cemed çê bibe. Li herêmê dembidem mijê jî çêbibe.
Şev germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê de hat pîvandin û li Agiriyê 26, li Qersê 20, li Erdehanê 20, li Erziromê û Ezircanê 15 û li Îdirê 13 pîle ye.
Li navenda bajarê Erziromê 10, li Palandokenê 30, li Konakliyê 83, li Cibiltepeyê 26, li Agiriyê 14, li Erdehanê 9 û li Îdirê jî 7 santîm berf heye.
Rayedarên meteorolojiyê diyar kirin ku li herêmê cemed dê hebe û welatî bila li hemberî cemedê baldar û bi tedbîr bin.