Abdullah Tel
05 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2018
ERZURUM
Li Erzirom, Erzincan û Agiriyê wê barîna berfê dewam bike.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê hat hildan li seranserê herêma car caran berf lê dibare tê texmînkirin ku wê hewa ewrayî be.
Tê payîn ku li navenda Erzirom, Erzincan û Agiriyê û aliyên başûr heta êvarê wê car caran berf bibare û şilope hebe.
Germahiya hewayê jî wê li gor demsalê be û bayê ji hêla bakur û rojhilat va tê jî wê piçek hênik û hin caran jî tund be.
Li herêmê germahiya herî kêm li Erzincanê 2, Tunceliyê 1 û Îdirê sifir, Erdexanê di bin sifirê da 14, Qersê di bin sifirê da 7, Erziromê di bin sifirê da 5 û Agiriyê jî di bin sifirê da 2 pile bû.