Li Rojhilata Anadoluyê serma û mij heye

Erzurum
Li Erzirom, Erdexan, Qers û Agiriyê sir û seqem û mij jiyanê dixe tengasiyê.
Li Erziromê kuçe û kolanan cemed girt, li ser dar û beran qiravî çêbû.
Welatiyan wesayîtên xwe bi betaniyê pêça, şadirwanên hin mizgeftan qeşa girt, bi çatiyên avahiyan va şembelîlk çêbûn.
Ekîbên şaredariyê ji bo paqijkirina ber û cemeda kolan û kuçeyan dest bi xebatê kir.
Li Erdexanê jî ji ber sir û sermayê peyarê û rêyan qeşa girt.
Camên wesayîtan û dar û beran qiravî girt.
Li Qersê sir û sermayê jiyan kir tengasiyê.
Piştî barîna berfê li bajêr sir û seqem zêde bû û camên wesayîtan, nebat û robaran qeşa kişand.
Li hin gundên ser navendê li ser daran qiravî çêbû.
Li navçeya Sariqamîşê çiyayên Allahuekber, Soganli û Agbabayê û daristanên Sariçamê di binê berf û mijê da dîmenên xweş derxist holê.
Li Agiriyê jî hewa sar e û çeman qeşa kişand.
Camên kargeh û wesayîtan qeşa kişand û li ser dar û beran qiravî çêbû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.