Önder Beyter
12 Hezîran 2019•Rojanekirin: 13 Hezîran 2019
Li Siwêrega navçeya Rihayê di navbera şivanan da ji ber nakokiya li ser çêreya pez, şerê biçek derket û kesek birîndar bû.
Li gorî agahiyê, li Taxa Bardakçiyê li çolê ji ber merayê di navbera şivanan da şer derket.
Di şerê ku bi beşdariya xizmên şivanan va mezin bû û çek jî hat emilandin da Bubo Arikçi (51) birîndar bû.
Arikçi bi destê ekîbên 112 Servîsa Bilez bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hat veguhestin û piştî midaxeleya li vê derê, sewqî Rihayê kirin.
Ekîbên cendirmeyê ji bo destgîrkirina kesê ku gule agir kir, xebat dan destpêkirin.