Önder Beyter
25 Adar 2021•Rojanekirin: 31 Adar 2021
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, bajarê Rihayê yek ji wan bajaran e ku hejmara kesên ku cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) dikevin kêm e. Lewma jî li Rihayê liv û tevgera di warê turîzmê da geş bûye.
Li bajarê Rihayê ku yek ji navendên girîng ên tûrîzmê ye, bi ciyên xwe yên cuda va geştiyaran cezb dike ku bên dîtina bajêr. Mirov dikare, Gola Masiyan ku li gorî riwayetê Hezretî Îbrahîm lê jidayîk bûye û li wir avêtine agir, Gobeklitepe ku bi 12 hezar sal rabirdoya xwe va wekî "ciyê destpêka dîrokê" tê tewsîfkirin û di Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê da ye, navçeya Heranê ya ku bi malên mîna qelaxan naskirî ye û her wiha navçeya Xelfetiyê ji van ciyên sereke yên turîzmê bijmêre.
Bajarê ku sala 2020î ji ber şewba Kovîd-19ê zêde sûd ji turîzmê wernegirt, bi hêvî dest bi sezona îsal kir ku li dijî Kovîd-19ê têkoşîneke serkeftî tê meşandin.
- "Em dibînin ku hejmara ziyaretvanên ku tên dîtina Rihayê zêde bûye"
Waliyê Rihayê Abdullah Erin di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li bajêr ji nîvê meha çûyî û pê va liv û tevgera turîzmê zêde bû.
Walî Erin bal kişand ku rêjeya dagirtîbûna otêlan zêde bû û wiha dewam kir, "Heger em bi mehên derbasbûyî ra miqayese bikin, em dibînin, Gobeklitepe di serî da di warê turîzma baweriyê da hejmara ziyaretvanên ku tên dîtina Rihayê zêde bûye."
Erin her wiha bangî ziyaretvanan kir ku qenc pabendî tedbîrên Kovîd-19ê bibin.