07 Gulan 2016•Rojanekirin: 07 Gulan 2016
KONYA
Li Qonyayê jinika ku der heqê wê da biryara lêgerînê heye û tê îdiakirin "êrîşkara xwekujiyê" ye û 4 kes hatin derdestkirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Bajêr îxbar hildan ku jineke şikbar kete maleke li taxa Tatlicakê.
Hat nirxandin ku dibe ku ev jina Necla Y. ya ku bi navê "Rojda" yê tê zanîn a ku PKK/KCKya rêxistina terorê wezîfedar kiriye û amadehiyên êrîşa xwe kujiyê dike be.
Ekîban operasyon birin ser 2 navnîşanên li taxa Tatlicakê, di operasyonê da Heybet B. û Şeref B. binçav kirin. Necla Y. nehat dîtin.
Di têlefona Heybet B. da wêneya ku Necla Y. û Kudret B. ya ku du roj berê hatiye kişandin hat dîtin.
Ekîban giraniya xwe dan ser xebatê û Kudret B. û Sabrî B. di mala wan da girt, Necla Y. jî li Dokuza taxa Selçukluyê hat binçavkirin.
Necla Y. ya ku li Kobanêyê perwerde dîtiye 2 roj berê ji Sûriyeyê derbasî Qonyayê bûye. Hat ragihandin ku Necla Y. di amadehiya êrîşa dijî polêsan da bûye. Karêbarên li ewlekariyê yên Necla Y, Heybet B, Şeref B, Kudret B. û Sabrî B dewam dikin.