Li Qonyayê di avahiyekê da teqîn çêbû, 1 jê xedar 12 kes birîndar bûn

Konya
Li Karataya navçeya Qonyayê di avahiyekê da teqîn çêbû, 1 jê xedar 12 kes birîndar bûn.
Li Taxa Gazî Osmanpaşayê li ser Kolana Menzîlê di qata 3yem a avahiya 4 qatî da teqînek çêbû ku tê texmînkirin, ji ber xaza siruştî ye.
Li ser agahdarkirinê, ekîbên AFAD, polês, îtfaiye û tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatin sewqkirin.
Jê 1 xedar 12 kesên di teqînê da birîndar bûn, bi ambulansan bo nexweşxaneyên nêzîk hatin veguhestin.
Walîtiya Qonyayê jî li ser bûyerê daxuyanî da û wiha got:
"Di derdora saet 01.40î da li Taxa me ya Gazî Osmanpaşayê li ser Kolana Menzîlê di qata 3yem a avahiyeke 4 qatî da teqînek çêbû ku tê nirxandin ji ber xaza siruştî ye û di encamê da jî şewat derket. Ji ber bûyerê li gorî encamên destpêkê jê 1 xedar 12 welatiyên me birîndar bûn û birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyên nêzîk hatin veguhestin. Li cihê bûyerê ekîbên AFAD, polês, îtfaiye û tenduristiyê kar û xebatên xwe dimeşînin. Em ji bo welatiyên me yên birîndar hêvî û daxwaza xwe ya qencbûnê tînin ziman."
Walî Îbrahîm Akin jî her wiha çû cihê bûyerê û vekolîn kir.
Akin der barê xebatan da agahî wergirt û ji bo welatiyan hêviya silametiyê kir.
Di lêkolîna ewil da ya ku di avahiyê da hat kirin, hat tesbîtkirin ku di daîreya li qata 3yem da ya ku teqîn lê çêbû, boriya xaza siruştî hatiye birîn û teqîn ji ber vê çêbûye.
Hat destnîşankirin ku ji birîndarên li nexweşxaneyên cuda tên tedawîkirin, jê tedawiya yekî temam bûye û ji nexweşxaneyê hatiye şandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.