Haydar Şahin
27 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2019
Li Erexliya navçeya Qonyayê agir bi fabirqeyeke piskîwêtan ket, ekîbên agirkujiyê qismî şewat hildan kontrolê.
Li gor agahiyên hatin sitandin, ji ber sedemeke hê nayê zanîn agir bi fabirqeyeke piskîwêtan a li Herêma Pîşesaziya Organîze ket.
Li ser îxbarê gelek ekîbên agirkujiyê sewqî dewsa bûyerê kirin û ekîb midaxeleyî şewatê dikin.
Şewata li aliyê pêşiya fabirqeyê dest pê kiribû di demeke kin da xwe avêt qismên din ên fabirqeyê.
Li Erexliya navçeya Qonyayê agir bi fabirqeyeke piskîwêtan ket, ekîbên agirkujiyê qismî şewat hildan kontrolê.
Ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Qonyayê û Şaredariya Karamanê qasî 2,5 saetan midaxele kirin û qismeke şewatê hildan kontrola xwe.
Hat ragihandin ku fabirqeya xwediyê wê karsazekî ji Iraqê ye di sala 2017an da li ser 20 hezar qeremêtre erdî dest bi xizmetê kir.