İbrahim Atmaca
23 Nîsan 2020•Rojanekirin: 24 Nîsan 2020
Li Qersê di rojên dawîn ên meha nîsanê da berf barî.
Li bajêr duh bişev barana gur dayê û serê sibê veguherî berfê. Berfa ku di meha biharê da barî, jiyan kir tengasiyê û welatî jî metel hişt.
Hin welatiyan berfa ser wesayîtên xwe paqij kir, hinekên ku di rê û peyarêyan da meşiyan, tengasî kişandin.
Berfa ku bi navber barî, ser çil û çiyan spî kir.