Li Qers, Erdexan û Agiriyê hewa sar e
Kars
KARS (AA) - Li Qers, Erdexan û Agiriyê hewaya sar bandorê li jiyanê dike.
Li Qersê germahiya hewayê bi şev di binê sifirê da 12 pile hat pîvan û qeşa çêbû.
Li navçeya Sariqamîşê li ser dar û beran qiravî çêbû, bi banê xaniyan va jî şembelûk daliqiyan.
Rûyê Çemê Qersê ku ji nava bajêr ra derbas dibe, ji ber sermayê cemidî.
Li navçeya ku çeman qeşa girt, welatiyan laylon avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.
Ji welatiyan Erhan Ejder daxuyand ku hewa sar e, serê sibehê paceyên wesayîtên wan qeşa dikişîne û ew jî paqij dikin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî hewa sar e.
Termomêtroyan di binê sifirê da 11 pile nîşan da û qeşa çêbû.
Li herêma Çemê Kurayê ya ku ji nava bajêr ra derbas dibe jî qeşa çêbû.
- Agirî
Li Agiriyê li deverên bilind berf barî, li navenda bajêr jî hewa sar bû.
Li bajarê ku çiya çilspî bûn, hewa sar e û bandoreke neyînî li jiyanê çêdibe.
Li navenda bajêr germahiya hewayê bi şev di binê sifirê da 5 pile hat pîvan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
