Sarp Özer
28 Adar 2022•Rojanekirin: 28 Adar 2022
Wezareta Parastina Neteweyî daxuyand, li peravên Îgneadayê mayîn hat tesbîtkirin û Tîmên Parastina Binê Avê (SAS) ji bo ku mayînê berteref bikin, midaxale dikin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezaretê hat dayîn, serê sibehê nêzî sînorê Bulgaristanê li peravên Îgneadayê mayînek hat tesbîtkirin.
Tîmên SASê demildest çûn herêmê û dora mayînê şirîta ewlehiyê hat çêkirin û ji bo berterefkirina mayînê midaxaleyê dest pê kir.