Özcan Yıldırım
28 Adar 2022•Rojanekirin: 29 Adar 2022
Mayîna ku li peravên Îgneadayê hatibû tesbîtkirin hat berterefkirin
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, mayîna ku li peravên Îgneadayê hat tesbîtkirin bi destê Tîmên Parastina Binê Avê (SAS) hat berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezaretê, serê sibehê nêzî sînorê Bulgaristanê li peravên Îgneadayê mayînek hat tesbîtkirin.
Li ser vê tîmên SASê sewqî herêmê kirin û tîman mayîn berteref kir.