Kemal Özdemir,Barış Yalçınkaya
28 Adar 2022•Rojanekirin: 29 Adar 2022
Li Uzumluya navçeya Erzinganê otobusa rêwiyan welgeriya şarampolê û di encamê da 2 kes mirin, 7 jê giran 31 kes jî birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan a fîrmaya Aras Turîzmê ya ku plaqeya wê 34 DMZ 719 û ajokarê wê Muhammet Emin Hatun e û ji Îdirê diçû Enqereyê, li ser rêbejaya Erzirom-Erzinganê li tanga Bayirbagê li darên li kêleka rê qelibî û welgeriya şarampolê.
Di qezayê da Ulduza Avciya biyanî li ciyê bûyerê mir, 32 kes birîndar bûn.
Ji xeynî gelek ambulansan ekîbên îtfaiye, AFAD, polês û cendirmeyê sewqî ciyê qezayê kirin.
Ekîban birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Erzingan Bingali Yildirim û nexweşxaneyên taybet ên li bajêr.
- Daxuyaniya Walî Makas
Waliyê Erzinganê Mehmet Makas çû ciyê bûyerê, agahî sitand û dû ra jî daxuyanî da rojnamegeran. Walî di daxuyaniya xwe da diyar kir, di otobusa fîrmayeke taybet da ji xeynî ajokar û 2 peywirdaran, 30 rêwî hebûn û wiha got, "Ji ber xeletiya ajokar, otobus welgeriya û ket şarampolê û her wiha di encamê da kesek mir, 8 jê giran 32 kes birîndar bûn."
Makas bal kişand ku bi xebata ekîban, hemû birîndar bo nexweşxaneyan hatin sewqkirin û wiha got, "Ez ji bo birîndaran şifaya bilez dixwazim. Înşelah dê kesekî din nemire."
- Birîndarek li nexweşxaneyê mir
Kadir Çilê ku ji wan rêwiyan bû ku bi giranî birîndar bûbûn li nexweşxaneyê digel hemû midaxeleyan xilas nebû û wefat kir. Bi vî awayî hejmara kesên ku di qezayê da wefat kirin derket 2yan.
Walî Makas piştî ziyareta ciyê bûyerê, derbasî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Erzingan Bingali Yildirim bû û seriyek da birîndarên ku li vir ji bo tedawiyê hatin razandin û her wisa der heqê tenduristiya wan da ji peywirdaran agahî sitand.
Walî Makas ji birîndarên ku birîna wan sivik e jî pirsa rewşa wan kir û hêviya silametiyê ji bo wan xwest.