Haydar Şahin
10 Nîsan 2020•Rojanekirin: 14 Nîsan 2020
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê ya lê herî zêde pêz xweyî dikin bi reşbûna erdê heywandar pezên xwe derdixin mêrgên keks û hêşin û diçêrînin.
Li Ovacixê zivistanê berf zêde dibare, heywandarên bi qasî 5 mehan di hundir da heywanên xwe bi giha, ka, ket û ceh xwedî dikin bi germbûna hewayê û reşbûna erdê va mî û bizinên xwe derxistin mêrgan çêrê.

Ligel zor û zehmetiya zivistanê bi hatina biharê berfa li mêrgan û erdê beytûn dihele û çêre hêşin dibe.
Heywandarên hem ji bo mesrefa alif kêm bikin hem jî heywanên xwe ji bo siheta wan berî çêrê didin ber destê sibê radibin berê xwe didin gomên xwe.

- Heywandar pezên xwe wekî çavên xwe xwedî dikin
Heywandar piştî ku tav dide ser wargehan pezê xwe berî çêrê didin, di nav rojê da ji bo wan têr bikin çêre çêre digerin.
Heywandarên li heywanên xwe yên pê debara xwe dikin mêze dikin ji bo gur an jî hurç nekeve nav pêz bi kûçikên xwe yên qangalê va nobetê digrin û tevdîran hildidin.
Beriya ku roj here ava pez ji çêrê vedigere û heywandar berx û karikên wan berî nav wan didin û dîmenên xweşik derdikevin holê.
Hin caran pez li çolê dizên, heywandar ji bo berxên bûne serma nekin çil û bergan li wan dibêçin û hetanî malê di hembêza xwe da tînin.

- Di seranserê rojê da li pey heywanan in
Mustafa Tîltayê li Taxa Merkez 94ê heywandariyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gelekî ji bizinên xwe hez dike.
Tîltay diyar kir ku li Ovacixê zivistan zor û zehmet debas dibe û wiha axivî: "Li vê derê berf zêde dibare. Xwedîkirina heywanan zor e. Ji ber vê hatina biharê me kêfxweş dike. Em her roj ber destê sibê tên gomên xwe û heywanên xwe dişînin çêrê. Karê me zehf jî hêsan nîne. Em di seranserê rojê da li ser piyan e, li pey hewanan diçin û tên."

Îlhan Zedefê heywandar jî got ji ber ku zivistan derbas bû karê wan hêsan dibe.
Zedef destnîşan kir ku heywanên xwe havînê derdixin zozanan û wiha pê da çû: "Hem mî hem jî bizinên min hene. Ez havînê haywanên xwe li zozana gundê Yakatarlayê diçêrînim. Zivistanê jî tînim navenda navçeyê. Zivistana vê derê bi zor û zihmetî derbas dibe. Hin caran hewa zehf sar dibe û pez di gomê da serma dikin. Qasî hefteyekê ye ez pêz berê çêrê didim."