Abdullah Tel
10 Nîsan 2020•Rojanekirin: 14 Nîsan 2020
Li Îdirê ji bo rê li ber erdê Çiyayê Erez yê bi erozyonê dibû kelebest bê girtin darên behivan hatibûn danîn û bi germbûna dinyayê va wan daran kulîlik vekir û dor û ber xemilîn.
Wezareta Çandinî û Daristanê ji bo rê li ber pişirandina erdê bilind yê navçeya Tuzlucaya Îdirê bigire demek berê projeyek kir rewacê û li cihên bilind yên Çiyayê Erez darên behivan dan çikandin û heta niha bi qasî 2 milyon şaxên behivan hatin çikandin.
Li Îdirê ji bo rê li ber erdê Çiyayê Erez yê bi erozyonê dibû kelebest bê girtin darên behivan hatibûn danîn û bi germbûna dinyayê va wan daran kulîlik vekir û dor û ber xemilîn. ( Hüseyin Yıldız - Anadolu Agency )
Ji şaxên çikandî bi qasî ji sedî 70yî xwe girtin, rehên wan jî erd zeft kirin û rê li ber erozyonê digirin lê ji aliyekî va jî bi germbûna dinyayê va bi kulîkên vekirî erdê berê kelebest bû xemilandin.
Kulîlkên behîvan erdê kelebest yê Çiyayê Erez xemilandin
Darên behivan ên ku wê ji aliyekî va rê li ber erazyonê digirin û ji aliyekî va jî wê ji bo gundiyan bibin deriyê debarê.