Haydar Şahin
25 Hezîran 2020•Rojanekirin: 26 Hezîran 2020
Li Mûşa ji navendên heywandariya welêt bi saya piştgiriyên tên dayîn va hejmara heywanan derkete milyonek û 409 hezarî.
Mehmet Aydinê Midûrê Çandinî û Daristanan ê Mûşê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku li Mûşê heywandarî ji bo debarê girîng e.
Aydin destnîşan kir ku li 325 hezar serî dewar û milyonek û 84 hezar jî pez hene û wiha pê da çû:
"Li Tirkiyeyê di mijara heywandariyê da em di rêza 14, 15an da ne. Bajarê me ji bo heywandariyê kêrhatî ye. Ji hêla mêrg, erdê zeytûn, cotkariya dexl û denê jê yêm çêdikin, ket, koringeyê va potansiyela bajarê me baş e. Sala par 305 hezar serî dewar hebûn îsal hejmar derket 325 hezar serî dewarî. Ji sedî 7-8 hejmar zêde bû. Par milyonek û 40 hezar pezê me hebû îsal hejmar derkete milyonek û 84 hezarî."
Aydin diyar kir ku her sal ji heywandariyê 5 milyon lire pere tê bajêr, bi piştgiriyên tên dayîn va her sal heywandarî pêş dikeve.