Haydar Şahin
12 Tebax 2019•Rojanekirin: 14 Tebax 2019
Li Mûşê ekîbên cendirmeyan di eydê da bi droneyê kontrola trafîkê meşandin.
Di kontrolên li tanga bajaroka Yayginê ya li ser rêbejaya Mûş û Bîngolê hatin kirin da ekîban eyda ajokarên wesayîtên dan sekinandin pîroz kirin, şekir li wan belav kirin.
Ekîban hişyarî dan ajokaran ku bira kembera ewlehiyê girê bidin û guh bidin rê û rêgezan û vîdeoyên qezayên ji ber têlefonê û leza zêde çêbûne bi wan dan temaşekirin.
Ekîban ji ajokar û rêwiyan xwestin ku bira piştgiriyê bidin kampanya bi navê "Bira Ji Kembera Te Deng Were"yê.