Li bajaroka Yayginê ya Mûşê bablîsok derket, ji ber bablîsokê çatiyên hin malan xera bûn û dîregên ceyranê jî xisar dît.
Ji ber bablîsokê çatiyên xaniyê Mehmet Selîm Erol û Mustafa Erol û yê hin dikan û depoyan xira bûn û dîregên ku nêzî xaniyan jî xisar dît.
Piştî bûyerê malbata Erol agahî da ekîbên TEDAŞê û piştî ku enerjiya dîregan hat birîn bi alîkariya cînaran têl û sacên ku li derûdor belav bûbûn hatin berhevkirin.
Bi agahîdayîna welatiyan ekîbên Midûriyeta Rewşa Acîl û Afatê hatin cihê bûyerê û xisar tesbît kirin.