AFYONKARAHÎSAR/ÎSTANBUL
Rêwiyên ku ji Herêma Egeyê tên di rêya Afyonkarahisarê re derbas dibin. Piştî vegera cejna qurbanê di navbera Afyonkarahîsar-Ankara û Afyonkarahîsar-Îzmîrê de bi kîlomêtreyan wesaîta dan dû hev. Di vê vegerê de car caran qeza jî diqewimin.
Ji bo vegerê otogar jî pir qerebalix in. Otogara Mezin a Stenbolê ji ber qerebalixê cih tune meriv gava xwe biavêje. Otobêsên ku ji dervayê bajêr tên, ji ber qerebalixê saet û nîvekê bi derengî dikevin otogarê. Welatiyên ku vegeriyane bajêr li benda servîsan in ku biçin malên xwe. Her wiha tê dîtin ku welatiyên ku vegeriyane Stenbolê, bi xwe re gelek erzak û eşya jî anîne.