14 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
MARDÎN
Li Nisêbîn, Omerlî û Artukluya navçeyên Mêrdînê, di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê de 12 kes hatin qefaltin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê di navbera 11ê sibatê de li Buyukkardeş (Cinata Miho), Kuçukkardeş (Cinata Hiso), Akarsu (Sitlîlê), Yavrukoy (kurikê Sitlîlê), Îlkadim (Hebîsê) û Kurukoya (Xirabê Baba) gundên Nisêbînê; li Sulakdere (Haciya), Aytepeya (Kurika Çeto) gundên ser Omerliyê; li Yardere (Qurdîsê) û Ahmetliya (Qesra Ehmed) gundên ser Artukluyê li dijî PKKya rêxistina terorê operasyona "Cendirmeyê Pispor ê Şehîd Sezer Aydemir" hat kirin. Operasyona li herêmê dewam dike.

Di operasyona ku çarçoveya wê de 12 kes hatin binçavkirin de lêkolîn hat kirin û çekên lûledirêj, 200 gule, 10 şarjor, 2 bombeyên destî, bêtêl, 2 çenteyên piştê, lavaên rêxistinê û kîloyek hişbir hat desteserkirin.
Li heman herêmê di navbera 11 û 12ê sibatê de operasyon hatibû kirin di operasyonê de 46 kes hatibûn qefaltin. Herwiha hejmara di operasyonê de hatin girtin derket 58an.
