11 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2020
Wezareta Karên Navxweyî li Mêrdînê bi 915 cendirme, gundparêz û polêsan dijî rêxistina terorê operasyona "DAFIK-1 BAGOK" da destpêkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî hat ragihandin operasyonên Qiranê ku par meha Tebaxê bi destê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan dest pê kirin û tê da 4 jê yên teslîm bûne 144 terorîst hatin berterefkirin û gelek sitargeh, çek, cebilxane û melzemeyên curbecur hatin îmhekirin bi serkeftî temam bûne.
Li Mêrdînê operasyona "DAFIK-1 BAGOK" dan destpêkirin
Hat destnîşankirin piştî ku operasyonên Qiranê temam bûne Wezareta Karên Navxweyî li Mêrdînê bi destê Fermandariya Cendirmeyan ya Mêrdînê bi 915 cendirme, gundparêz û polêsan dijî PKKya rêxistina terorê operasyona "DAFIK-1 BAGOK" da destpêkirin.
Di operasyona "DAFIK-1 BAGOK" da bi xebatên lêgerîn û tesbîtkirinê di sitargehan da gelek teqemeniyên destçêkirî, cebilxane, nîv ton xwarin û xurek, melzemeyên tibî û amûrên rêxistinî hatin qefaltin.
Melzemeyên ku wek delîl tên emilandin hatin mihafezekirin û sitageh û amûrên din hatin îmhekirin.
Wek mayîn 13 gumanbarên alîkariya rêxistina terorê kirine hatin binçavkirin.