Halil İbrahim Sincar
03 Tebax 2023•Rojanekirin: 03 Tebax 2023
MARDÎN (AA) - Li Mêrdînê di lêgerîna du malan hat kirin da 6 çekên lûledirêj, 3 demance û 910 fişeng hatin bidestxistin.
Tîma Lêkolîna Sûcê ya Cendirmeyan a Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr (JASAT) li 2 malan lêgerîn kir.
Di lêgerînan da 6 çekên lûledirêj û 3 demance û 910 fişengên van çekan û 8 şarjor hatin bidestxistin.