Tirkiye

Li Mêrdînê cehê ewil ê demsalê hat çînin

Li gor par ceh serê donimê ji sedî 20 zêde bû û kîloya wê ji 1,320 lireyî hat firotan

Türkan Tosun  | 14.05.2020 - Rojanekırın : 15.05.2020
Li Mêrdînê cehê ewil ê demsalê hat çînin

Mardin

 Li bajarê Mêrdînê cehê ewil ê vê demsalê hat çinîn û paşê hat firotin.

Li gundê Yuksektepeya li ser navçeya Qiziltepeyê Îmdat Kandemîr li ser erdekî 70 donimî 28 ton ceh çinî.

Li gundê Aktulgayê jî Alî Guç li ser erdekî 40 donimî 13 ton ceh çinî.

Li gor sala par di hilberîna ceh da ji sedî 20 zêdebûn çêbû.

Cehê ku hate çinîn li Navenda Bazirganiya Dexil a Qiziltepeyê serê kîloyê bi 1,320 lireyî hat firotan.

Serokê Navenda Bazirganiya Dexil a Qiziltepeyê Mehmet Şerîf Oter ji ber 14ê Gulanê Roja Cotkaran a Dinyayê zêrek wek diyarî da wan kesên cehên xwe yên ewil ên demsalê anîn ku bifroşin.

Oter got dewletê kîloya ceh 1,275 lire diyar kiriye, lê ji ber ku ev cehê ewil e ew bi 1,320 lireyî hat firotin û anî ziman îsal li gor par ceh him zêde ye û him jî biqalîte ye.

- "Li gor par ji sedî 15-20 êzde bûye"

Oter wiha dewam kir: "Îsal em hêvî dikin baştir be. Par dora 270 kîlo da bû, îsal 400 kîlo daye. Li gor par ji sedî 15-20 êzde bûye. Deşta Mêrdînê gelempêrî genim davêjin, piştî çinîna ceh xelas bû serê meha bê jî genimê bê çinîn."

Oter got ji ber şewba vîrusa koronayê îsal mezat wê neyê kirin, her esnaf wê li ber yazîxaneya xwe dezgehê xwe veke û dexilê xwe bifroşe.

- "Me cehê ewil çinî, gelek baş bû"

Cotkar Îmdat Kandemirê cehê xwe firot jî wiha axivî: "Me cehê ewil çinî, gelek baş bû. Serê donimê 400 kîlo derket. Li gor par ev îsal baştir e."

Esnaf Suleyman Kurtcebeyê ku ceh kirî jî got ew kêfxweş e wî cehê ewil kiriye û got ew hêvî dike îsal bibereket be.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın