05 Hezîran 2020•Rojanekirin: 05 Hezîran 2020
Li Mêrdînê di operasyona cendirmeyan da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî da û destnîşan kir ku di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da li gundewarê Omerliya navçeya Mêrdînê bi kordînasyona Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr va ekîbên tevgera taybet a cendirme, komando û gundparêzan operasyon birin serî û 2 terorîst hatin berterefkirin.
Hat gotin ku tevlî terorîstan 2 tivingên M-16yê, 60 fişekên M-16yê, 8 şarjor, 2 bombeyên destan û hin pîl hatin bidestxistin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li herêmê wê operasyon dewam bikin.