Tirkiye

Li Mûşê di meha remezanê da şivanî

Li Mûşê şivanên ji bo heywanên xwe biçêrînin hewleke mezin didin, di nav şert û mercên zor ên çil û çiyan da rojiya xwe digrin

Haydar Şahin   | 15.05.2019
Li Mûşê di meha remezanê da şivanî

Muş

Li Mûşê şivan di nav şert û mercên zor ên çil û çiyan da rojiya xwe digrin.

Bi germbûna hewayê va li bajêr gel pezê xwe derdixe çêreyê, karê şivanan a ku ew ê qasî 6 mehan dewam bike jî dest pê kir.

Şivanên li çil û çiyan pêz diçêrînin guh nadin şert û mercên dijwar ên tebîetê hem pezê xwe diçêrînin hem jî rojiya xwe digrin.

Şivanên ji bo nanê xwe qezenc bikin piraniya salê ji malbatên xwe dûr derbas dikin fitar û paşîvê jî li çolê di nav pêz da dikin.

Umît Yalçinê li bajaroka Yeşîlovayê şivantiyê dike daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ji bo heywanan biçêrînîn derdikevin mêrg û çayîran.

Yalçin destnîşan kir ku di rojiyê bi şev û bi roj li çil û çiyan heywanan diçêrînin û wiha pê da çû: "Di remezanê da şivantî gelekî zor e. Em di nav şert û mercên dijwar da pêz xwedî dikin. Di demeke kin da jî derdikevin zozanan. Em qasî 5-6 mehan li zozanan disekinin û paşê tên gund."

Yalçin destnîşan kir ku heywandarî karekî zor e û wiha axivî:"Em bi şev û bi roj li çil û çiyan in. Berf, şilî, herî jî hebe em mecbûrî heywanên xwe diçêrînin. Em di rojiyê da fitara xwe li mêrgan vedikin. Hin caran nikarin em danê fitarê jî fitara xwe bixwin. Bi tenê qulmek avê vedixwin. Pêz didim mexel paşê nanê xwe dixwin. Em di saet 12an da pêz radikin şevînê û qasî 2 saetan diçêrînin. Paşê paşîva xwe dixwin. Em pêşiyê bi heywanên xwe ra eleqedar dibin û paşê bi xwe ra."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın