MARDÎN
Li Mêrdînê di navbera du malbatan de şerê biçek derket û tê gotin, namzedê BDPyê Mehmet Emîn Irmakê ku serokatiya şaredariya Artûklûyê qezenc kiribû di vî şerê de birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li taxa Gokçeyê di navbera du malbatan de ji ber sedemeke nediyar şer derket. Li gor agahiyên nefermî namzedê BDPyê Mehmet Emîn Irmakê ku serokatiya şaredariya Artûklûyê qezenc kiribû hat cihê bûyerê û xwest ku malbatan ji hev biqetîne. Di pevçûna navbera malbatan de Irmak giran birîndar bû. Irmak ji bo tedawiyê cara ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û ji wê derê jî rakirin Fakulteya Tipa Zanîngeha Dîcleyê.
Tê gotin ku rewşa Irmak giran e.