22 Mijdar 2015•Rojanekirin: 23 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Li Liceya navçeya Diyarbekirê qedexeya derketina derve ya ku li hin taxan hatibû îlankirin, hat rakirin.
Walîtiyê daxuyaniyek da û got ku li taxên Ayaz, Bîrlîk, Taşburun, Guzelce û Doşekayayê, li herêma ku di navbera girên Killibogan û Abdîlê dimîne de li hember rêxistina terorê operasyon hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca qedexeya derketina derve ew bû ku can û malê gel bê parastin û sivîl zirarê nebînin.
Di daxuyaniyê de gotin ku qedexeya derketina derve êdî hat rakirin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em sipasiya welatiyên xwe dikin ku guh dane qedexeya derketina derve ya ku ji bo can û malê wan bê parastin hatibû îlankirin."
Li Liceyê hin taxan di 20ê mijdarê roja înê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin.