Savaş Güler
07 Nîsan 2021•Rojanekirin: 08 Nîsan 2021
Li Karataya navçeya navend a Konyayê balafira rapêşiyê ya eskerî ket.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin li ser îxbara balafir ketiye qada vala ya li Taca Fevzî Çakmaka li ser navçeya Karatayê ekîbên polês, cendirme, îtfaiye û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.

Ekîbên cendirmeyan li herêmê tevdîrên ewlehiyê hildan.
Wezareta Parastina Neteweyî eşkere kir ku balafira NF-5 a Stêrkên Tirkan ku firîna perwerdeyê dikir di saet 14.15an da li Konyayê ket.
WPN: Pîlotê balafira me ya NF-5ê şehîd bû
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, piştî qeza û qirima balafira Hêzên Esmanî yên Tirk ku li Konyayê di dema firîna perwerdeyê da ket, pîlotê balafirê şehîd bû.
Li gor parvekirina ser hesabê Twitterê yê wezaretê, balafira NF-5ê ku seba perwerdeyê difirî, di saet 14.15ê da ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn, ket.
Di parvekirinê da hat gotin ku pîlotê balafirê şehîd bû, der barê mijarê da tedqîqatê dest pê kir.
Di parvekirinê da wiha hat gotin, "Xwedê rehma xwe li pîlotê me yê qehreman bike, serê malabata wî, Artêşa Tirkiyeyê û miletê Tirk sax be, Xwedê sebrê bide."