Li Bahşiliya navçeya Kirikkaleyê minîbusa ku xwendekaran dibir û dianî qeza kir. Di qezayê de xwendekarek mir û jê 4 xwendekar bi giştî 5 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan minîbusa ku plaqaya wê 71 AV 565 ya ku şofêrê wê Şakir Toyran (20) bû li taxa Doganayê, li ser kolana Ataturkê welgeriya qenala avê.
Di qezayê de xwendekarê bi navê Ahmet Faruk Toprakli (14) mir.
Şofêr Şakir Toyran, xwendekarên bi navê Ahmet Yalçinkaya (14), Samet Akbulut (14), Tîmur Kutluca (14) û Omer Altiner (15) jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kirikkaleyê.